Polês avahiyên HDP dagir kir û hêrî kêm 45 kes kir binçavana

Dewleta Tirk a dagirker li Bakûrê Kurdistanê avahiyên HDP dagir kir û alên xwe daleqand.
Li Wan, Mêrsîn, Kocaeliyê û Enqere di serdegirtina malan de zêdetirî 45 kes hatin binçavkirin.

Polêsên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kocaeliyê di heman wextî de bi ser avahiya HDP’ê gelek malan de girt û tevî hevserok, endamên meclîsa Partî û rêveberên HDP 20 kes kirin binçavan.

Polêsan di dema dagirkirinê de alên Tirkiye li avahiya HDP daleqandin û dest danîn ser kompîturan.

Bi heman rengî li bajarê Wanê jî polêsan danê sibê deriyê malan şikand û bi ser malan de girt herî kêm 20 ciwanên Kurd kirin binçavan.

Li bajarê Mêrsînê jî polêsan bi ser gelek malan de girt û herî mêm 4 kes kirin binçavan.

Ji aliyê din ve li Mêrdînê Hevserokên Şarêdariya Pirsûsê Gulîstan Oncu, Hevseroka Şarêdariya Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevseroka Şaredariya Dêrikê Mulkiye Esmez û 4 xebatkarên din ku ev 12 roj in di bin çavandebûn, bi daxwaza ku werin girtin şandin dadgeriya Mêrdînê.

Ji aliyê din ve Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Berîvan Altan jî li Enqere di serdegirtina malê de hate binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button