Ehmed Berekat: ENKS’ê em ji diyalogên Kurdî dûrxistin

Endamê Buroya siyasî ya Partiya Pêşverû Dr. Ehmed Berekat ji Ronahî Tv re da zanîn ku sedema dûrxistina wan ji diyalogan, ENKS bû.
Berekat destnîşan kir ku bê beşdarbûna hemû partiyên kurdî ji diyalogan re wê lêvegera kurdî ya bilind ne temam be.

Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê, duh der barê diyaloga Kurdî de, civînek li dar xist.

Di civînê de endamên partiyan amade bûn û mijara girîngiya avakirina yekîtiyê nîqaş kir.

Têkildarî armancên civînê, Endamê Buroya siyasî ya Partiya Pêşverû Dr. Ehmed Berekat ji Ronahî Tv re axivî û got:

Dr. Ehmed Berekat da zanîn ku sedema dûrxistina wan ji xebatên yekîtiyê ENKS bû û destnîşan kir ku bi dûrxistina partiyan, wê lêvger bibe ya hin aliyan.

Ehmed Berekat: Bê beşdarbûna hemû partiyan wê lêvgera Kurdî tenê ya aliyan be

Berekat diyar kir ku ew destpêşxeriya Mezlûm Ebdî ji destpêkê de destekê didin û bi gaveke erênî bi nav kir û got:

“Destpêşxeriya birêz Mezlûm Ebdî baş e û me daxuyanî derbarê wê de jî dane.

Em li kêleka vê diyalogên e, lê meknîzmeya li ser dimeşin ku hin partiyan ji diyalogê dûrdixin, wê nekeve xizmeta tevgera Kurdî..”

Ehmed Berekat: Divê ji bo bidawîkirina dagirkeriyê xebat bê kirin

Ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk li Efrîn û Serê kaniyê, Endamê Buroya siyasî ya Partiya Pêşverû daxuyakirin ku, divê hemû partî bi berpirsyar tev bigerin, her wiha parstina gel erka wan ya sereke ye.

Berekat destnîşan kir ku divê hemû partiyên kurd diyalogê bi hikumeta Şamê û opozisyonê re bikin .

Back to top button