Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê anîn ziman ku ew amadene li hember êrişên dagirkeriyê yên li ser Şebayê bisekinin.
Bi dehan endamên tevgerê û yekitiyê li Kampa Veger a li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê, kom bûn.
Daxuyaniya ciwanan wiha ye: “Ji destpêka 2022’yan ve gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê zêde bûn, sedema wê jî berxwedana bêhempa ya gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê.
Ji bo wê jî dewleta Tirk a dagirker bi rê ya êrişkirina herêmê û dorpêçkirina Şehba, dixwaze binkeftina xwe ya li çiyayên Kurdistanê veşêre.”
“Em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin û rê nedin dijmin ku axa me dagir bike.”