Biden endamtiya Fînlandiya û Swêd a bo NATO îmze kir

Di demekê ku şerê li rojhilatê Ukrayna dijwar bûyî de, çavên Fînlandiya û Swêd li welatên endamên NATO yê ne.
Serokê Amerîka Biden protokola endambûna Swêd û Fînlandiya ya bo NATOyê îmze kir.
Biden diyar kir ku her du welat hemû pêdiviyên NATOyê pêk tînin.
Ji bo erêkirina endamtiya welatên navborî tenê 7 welat mane.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden belgeyên ku daxwaznameyên Fînlandiya û Swêdê yên ji bo endambûna NATO’yê wekî bersivdayîna êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê erê dikin, îmze kir.

Biden di axaftina xwe ya li Qesra Spî de wiha got:

“Îro rojeke pir girînge.

Îro em gaveke din a girîng ji bo tevlêbûna Swêd û Fînlandiyayê di nava NATO’yê de davêjin.

Pejirandina endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya DYA’yê di hevpeymaniya parastina herî bihêz a dîroka cîhanê de ye.

Weke hevalbenda 23. ya NATOyê ez vê belgeya endamtiyê îmze dikim.”

Biden idia kir ku ev yek ji bo îstiqrar û ewlekariya tifaqê, ne tenê bo Ewropa û Amerîkayê, lê ji bo tevahiya cîhanê xaleke dîrokî ye.

Di dengdana Senatoya Amerîkayê ya hefteya borî de, herdu partiyan piştgirî dan endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê.

Ji bo erêkirina endamtiya Swêd û Fînlandiya bo NATO tenê 7 welat man e

Bi erêkirina Fransa û Îtalyayê ji her du welatan re, hejmara endamên NATOyê yên ku endamtiya Swêd û Fînlandiyayê pejirandibûn derket 23yan.

Li Tirkiye, Komara Çek, Yewnanîstan, Macarîstan, Portugal, Slovakya û Spanyayê, hîn endamtiya van her du welatan nehatiye piştrastkirin.

Tirkiye ji bo endamtiya NATO ya her du welatên Skandînavyayê beriya civîna lîderên NATO ya 28’ê Hezîranê li Spanyayê erê kir.

Lê rejîma Tirkiyê her gefa wê dixwe ku ger welatên navborî li gorî daxwaza wan tevnegerin ew ê biryarê di parlamentoyê de nepejirînin.

Piştî êrişên Rûsya li ser Ukraynayê, 18’ê Gulanê bi awayekî fermî, Swêd û Fînlandiyayê serlêdana endamtiya NATOyê kiribûn.

NATO’yê meha borî protokola endamtiya her du welatan îmze kiribû û bi vî awayî pêvajoya endamtiyê dest pê kiribû.

Ji bo ku welatek bibe endamê NATOyê, divê hemû dewletên ku îtîfaqê ava dikin, endamtiyê li parlementoya xwe pesend bikin.

Back to top button