1’ê Mijdarê “Roja Kobanê ya Cîhanî”

Bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê, partiyên Kurdistanî yên li Tirkiyê daxuyanî dan.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û Partiya Demokratîk a Herêman DBP’ê ruhê berxwedana Kobanê silav kirin.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-Ewropa ‘yê jî bi wesîleya Rojê daxuyaniyek weşand.

Berxwedana dirokî ya şervanên azadiyê ku li Kobanê li dijî taritiya DAIŞ’ê nîşandan, ruhê yekitiya gelê Kurd û wîjdana cîhanê carek din şiyar kir.

Bi boneya roj Kobanê ya Cîhanî, Partiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê û saziyên Ewropa daxuyanî dan.

HDP: Hevkarên DAIŞ’ê bi amadakeriyên şerekî nû dixwazin tola Kobanê hilînin

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê berxwedana Kobanê ya li dijî êrişên DAIŞ’ê yên beriya 7 salan bi bîr anî, û roja Kobanê ya Cîhanî silav kir.

HDP’ê diyar kir ku gelê Kobanê û şervanên Kurd 133 rojan, li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwe dan û mohra xwe li sedsala 21’emîn xistin.

HDP’ê bal kişand ser ruhê piştevaniya gel ya ji bo berxwedana Kobanê û got,

“Berxwedana Kobanê bû raperîna wijdana hemû gelên cîhanê û lewre jî li seranserî cîhanê piştevanî û palpiştiya bi gelê Kurd û Kobaniyê re bi pêş xist.

HDP’ê îşaret bi hevkariya dewleta Tirk ya bi DAIŞ’ê re û gefên Erdogan yên ji bo herêmê kir û wiha dewam kir;

“Hevkarên DAIŞ’ê îro jî dixwazin tola Kobanê hilînin, tiştê ku DAIŞ’ê nikaribû bike, ew dixwazin bikin.

DAIŞ, doh bi ser neket, îro jî ew hêzên ku dixwazin Kobanê dagir bikin wê bi ser nekevin. ”

HDP’ê dawî de Roja Kobanê li tevahî mirovahiyê pîroz kir û bang li herkesî kir ku bi heman ruhê disa xwedî li Rojava derbikevin

DBP: Bi berxwedana ji 7 salî heta 70 saliyan destûr nehat dayîn ku DAIŞ bi pêş ve biçe

Partiya Demokratîk a Herêman DBP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî Roja Kobanê pîroz kir.

DBP’ê diyar kir ku çawa ku di dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê de faşîzm têk çû, li Kobanê jî bi berxwedana ji 7 salî heta 70 saliyan destûr nehat dayîn ku faşîzm û tarîtiya DAIŞ’ê bi pêş ve biçe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi sekn û têkoşîna gelê Kurdistanê tenê DAIŞ têk neçû, di heman demê de kesên ku bi xeyala ‘Kobanê ket, wê bikeve’ ketin nav hêviyê jî têk çûn.

DBP’ê bi vê wesîleya rojê banga têkoşîna hevpar li gelê Kurd û dostên wan kir.

KCDK-E: Bi geşkirina ruhê berxwedanê xwedî li Kurdistanê derkevin

Di heman çarçoveyê de Dîwana Hevserokatiya KCDK-Ewropayê jî bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Hevserokatiya KCDK-Ewropayê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û bal kişand ser gefên dawî yên li dijî Rojava

Hevserokatiya KCDK-Ewropayê bang li gelê Kurd kir û got, bi geşkirina ruhê berxwedanê xwedî li Kurdistan, Rojava û Kobanê derkevin.

Back to top button