Gerîlayên HPG û YJA Starê ji Amedê heta Heftanîn, Avaşîn û Zapê bi ser çeperên hêzên artêşa Tirk de girtin..
Di çalakiyan de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
28’ê Cotmehê li navçeya Amedê Pasûrê gerîlla li dijî qereqola Mîlîkayê çalakiyeke pêk anîn.
Di encamê derbên giran li navendên qereqolê hatin xistin.
Li herêma Heftanînê;
30’ê Cotmehê gerîllayên YJA Starê li Girê Koordîneyê bi çekên giran li çeperên dagirkeran dan.
Heman rojê li qada Mervanosê ya Avaşînê û li qada Mûnzûrê ya herêma Zapê li dijî hêzên dagirker 2 çalakî hatin lidarxistin.
31’ê Cotmehê li qada Cîloyê Biçûk ê herêma Zapê 2 tîmên me bi rengekî koordîneyî li dagirkeran xistin.
Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Li Kela Bedewê ya herêma Zapê jî gerîlla ji 2 baskan ve bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Heman rojê li herêma Zapê, dema helîkoptera artêşa dagirker dixwest bombeyan li qada Tîpa T bibarîne, bû armanca çalakiya gerîlla.
Di encamê de helîkopterên êrişê yên dagirkeran neçar man ji herêmê biçin.
30’ê Cotmehê li herêma Avaşînê, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û teqemeniyên bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.