Dewleta Tirk a dagirker planeke NATO’yê ji bo armancên xwe asteng dike

Ji bo berjewendiyên xwe, dewleta Tirk planên parastinê yên NATO’yê asteng dike..
Dewleta Tirk a dagirker dixwaze YPG bikeve lîsteya terorê.

Ajansa Ruetersê ragihand ku di civîna bilind a NATO’yê de ku hefteya borî li Londonê hat lidarxistin, planek leşkerî ji bo parastina Polonya, Lêtwaniya, Latviya û Estonyayê hat pêşinyarkirin.

Li gorî NATO’yê, ev plan ji bo parastina van herêman ji êrîşên Rûsyayê ne, nemaze piştî Nîvgirava Qerem tevlî Rûsyayê hatiye kirin.

Çavkaniyên ji NATO’yê diyar kirin ku dewleta Tirk ev yek red kir û got “eger Yekîneyên Parastina Gel-YPG nekeve lîsteya terorê ew vê yekê qebûl nakin.”

Çavdêr dibînin ku ev yek ti tadariyê nagihîne berjewendiyên dewleta Tirk li Sûriyê, lê ew dixwaze mîna meseleya penaberan, zextekê din li Ewropayê bike.

Ji aliyê din ve piştî civîna Desteya Ewlekariya Millî dewleta Tirk dîsa gef xwar.

Di danezana encamê ya civînê hat diyarkirin ku êrîşên dagirker yên dewleta Tirk yê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê wê di rojên pêş de dewam bikin.

Leave a Reply

Back to top button