Çalakiya Sêmalka 28 roj in didome lê PDK cenazeyan nade malbatan

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka ya ji girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine di roja 28’an de dewam dike…
Piştgiriya ji bo çalakiyê jî roj bi roj mezin dibe…Îro jî endam û rêveberên Desteya Aborî ya herêma Cizîrê serdana çalakiyê kirin û daxuyanî dan..

Ji bo girtina Cenazeyê zarokên xwe yên Şehîd 28 roj in dayik û malbatên şehîdan li ber deriyê Sêmalka konê çalakiyê danîne..

Îro jî ji bo piştgiriya bi malbatên şehîdan re, endam û rêveberên Destaya Aborî ya herêma Cizîrê berê xwe dan Deriyê Sêmalka û beşdarî çalakiyê bûn..

Li vir daxuyaniyeke li ser navê desteya Aborî hat dayîn û têde qala siyaseta ku dewleta Tirk li hember herêmê dimeşîne hat kirin..

Her wiha di daxuyayê de hat gotin:

“Di vê dema hesas de divê em hemû gelên herêmê hev bigrin û li hember êrişên bi pêşengtiya serokê rêjîma faşîst Erdogan ku dixwaze fitneyê di nava gelan de derxe bibin yek. ”

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya PDK’ê tevî hemû bangên malbatên şehîdan, dayikên aştiyê, saziyên sivîl û rêxistinên hiquqî ku cenazeyên gerîlayên şehîdan radest bikin, hat şermezarkirin..

Back to top button