Hikumeta Şamê Cebel El-Zawiya kir armanc

Li gel firîna balafirên Rûsî, hikûmeta Şamê herêma başûrê Idlibê bombebaran û topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan îro ragihand ku dîsa Hikûmeta Şamê bi piştevaniya asmanî ya Rûsan, herêma Fetîra, Bara, Filêfil yên Cebel el-Zawiya ya li başûrê Idlibê kirin armanc.

Duh jî hikumetê heman herêm bi zêdeyî 130 mûşekî topbaran kiribû.

Her wiha Cebel el-Ekrad a bakurê Lazqiyê û Sehil el-Xab a bakur-rojavayê Hemayê jî ji aliyê hêzên hikumetê ve hatin armanckirin.

Back to top button