“PDK ji bo berjewendiyên xwe, ketiye bin bandora polîtîkayên Tirkiyê”

Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê da xuyakirin ku Tirkiye bi rêya PDK’ê, dagirkeriya xwe li Kurdistanê zindî dike.

Çavdêrê siyasî Luqman Hesen da zanîn ku PDK ji bo berjewendiyên xwe, hevkariyê digel Tirkiyê dike û ketiye bin bandora polîtîkayên wê.

Luqman Hesen diyar kir ku, dijberiya PDK’ê ya li hember Rojavayê Kurdistanê û tevgera wê ya li ser sînor, vê yekê piştrast dike.

Çavdêrê din ê siyasî Luqman Elî jî anî ziman ku desthilata Başûr û bi taybet PDK, ne xwediyên ti serwerî û biryareke nîştimanî ye.

Luqman Elî destnîşan kir ku;

“Desthilata siyasî ya Başûr pişta xwe daye dagirkeran û dixwaze bi rêya wan, destkeftiyên Kurdan ji holê rake.”

Êrîşên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê heta îroj didomin. PDK jî bênavber li ser sînorê Başûr û Rojava çeperan ava dike û hêzê bo pêkanîna armancên dagirkeriyê bi cih dike.

Back to top button