Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê dewleta Tirk 40 hezar Euro ceza kir

Ji ber binpêkirina mafên rojnamevanan li Tirkiyê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê dewleta Tirk ceza kir.

Ceza bi girtina 2 rojnamevanên ku Email-nameyên wezîrekî weşandibûn û li ser malpera Wîkîlîs derketibû, re hat.

Rojnamevan Tonka Îlker Ugreten û Maher Qanat ku bi şermezarkirina polîtîka dewleta tirk tên naskirin, ji Kanûna 2016 heta Kanûna 2017 hatin girtin.

Her wiha dadgerên dadgeha Ewrûpî diyar kirin ku dewleta Tirk bê tu sedemên nîşan bide van rojnamevan giştin.

Dadgeran da zanîn ku dewleta Tirk bi tirsandina civaka sivîl azadiya derbirînê dikuje.

Dewleta Tirk derbarê girtina rojnamevanan nedihiştibû dadyarên wan bighêjin dosyayên wan.

Ji ber vê yekê jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê dewleta Tirk 40 hezar Euro ceza kir.

Back to top button