Bi armanca azadiya Rêber Apo, kampanyaya komkirina îmzeyan

Bi armanca azadiya rêber Abdallah Ocalan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê kampanyaya komkirina îmzeyan û nivîsandina nameyan ji bo NY dewam dikin.
Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan ku 29’ê cotmeha 2020’an bi armanca azadkirina rêber Abdallah Ocalan hatî destpêkirin, li navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo komkirina îmzeyan dewam dike.

Meclisa Til Hemîsê got, heta niha derdora 5 hezar îmze kom kirine.

Komîteya Azadiya Ocalan a li Başûrê Kurdistan jî di 3’yê sibata 2021’an de kampanya nivîsandina nameyan ji bo Rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin.

Komîteyê îro ragihand ku zêdeyî hezar name ji wan re hatine şandin.

Komîteyê da zanîn ewê nameyên ku hatine nivîsîn, radestî parêzerên Rêber Apo bikin daku ew jî bikarin wan nameyan ji Rêber Apo re bişînin.

Her wiha bi armanca şkandina tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê لوريان Lorîent a Fransayê komek Kurd name şandin ji Neteweyên Yekbûyî re.

Back to top button