Rojnamevanên Başûr ev 12 roje di greva birçîbûnê de ne

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê li dijî neheqiya ku li wan hatiye kirin ev 12 roje di greva birçîbûnê de ne. Parêzerên Rojnamevanan diyar kir ku PDK destûrê nade ku ew rojnamevanên girtî bibînin.
Xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê jî bang li desthilatê kir ku ji şaşîtiya xwe vegere. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo azadiya girtiyên Behdînan dest bi pêngaveke îmzeyan kir.

Di 16’ê Sibatê de Dadgeha Ceza ya Hewlêrê bi îdiaya “sîxûrî û têkbirina aramiya Başûrê Kurdistanê derbarê 5 rojnameger û aktîvîstên Behdînanê de biryara girtinê da. Li her yekî ji wan 6 sal cezayê girtîgehê birî.

Her wiha hîn nêzî 50 kesên din ên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, di girtîgehê dene.

Di 17’ê Sibatê de li dijî biryarê û rewşa xerab a girtîgehê her 5 rojnameger û çalakvanan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya wan di roja 12’an de berdewam dike.

Parêzer Beşdar Hesen derbarê rewşa girtiyan de agahî da û diyar kir ku wan agahî girtine ku PDK’ê Rojnameger Şêrwan Şêrwanî birine navendek polîsan ya li Hewlêrê û bi îdeaya navê asayîşê reşkiriye, xistine lêpirsînê.

Parêzer Beşdar Hesen derbarê rewşa girtiyên din de got ku ew nizanin rewşa rojnamgerên girtî çawane, ji ber ku rê nadin ew muekîlên xwe bibînin.

Xwendekarên zanîngeha Silêmanî banga berdana rojnamevanan kir

Ev helwest û biryara PDK’ê ya li hember rojnamevan û mûxalîfan li başûr û derveyî başûr rastî bertekan tê.

Komek xwendekarên zanîngehê li ber derê Kampa Nû ya zanîngeha Silêmaniyê, daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Xwendekaran girtina rojnameger û mûxalîfan weke rewşeke tirsnak pênasekirin û bang li nûnertiya hemû welatan kirin, daku doza rojnamegeran bişopînin.

Amnesty International ji bo azadiya girtiyên Behdînanê dest bi pêngavekê kir

Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) jî ji bo piştgirî û azadiya 5 rojnameger û aktîvîstên Behdînan ên girtî bi riya înternetê dest bi pêngaveke komkirina îmzeyan kir.

Rêxistinê diyar kir ku ev her 5 kes neheq hatine girtin û daxwaz ji Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yên hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo berdana wan kar bike.

Back to top button