Endamê KNK’ê Feryad Hîranî jiyana xwe ji dest da

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Feryad Hîranî yê ku li Almanyayê jiyana xwe ji dest da, li Berlînê bi awayekî girseyî şandin Başûrê Kurdistanê.

Malbata Fîryad Hîranî û Kurdistaniyan ji bo oxirkirina cenazeyê li Berlînê hatin ba hev.

Piştî ku kevneşopiyên olî anîn cih endama KNK’yê Nîlûfer Koç axaftinekê kir û ji malbatê re sersaxî xwest.

Nîlûfer Koç diyar kir ku li Hewlêrê bi Fîryad Hîranî re şeş salan xebitîne û got,

“Hevrêyê me hem hunermendekî baş hem jî rojnamevanekî baş bû.

Hişmendiya wî ya netewî ewqas pêşketibû ku dema ku digotin KNK hevrê Fîryad dihat hişê mirovan.

Me dikarî pişta xwe bispêrta wî. Heval Fîryad xebat û têkoşîna xwe ji bo jiyîna Kurdistaneke azad meşand.

Soza me jî ew e ku ji bo bicihanîna xeyalên wî em ê dev ji têkoşînê bernedin.”

Endamê KNK’yê Mecîd Haso jî diyarkir ku ewê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ku xeyalê hevrê wî bû, têkoşîna xwe bidomînin.

Cenazeyê Hîranî wê roja şemiyê saet 10.00’an li Hewlêrê bê definkirin.

Back to top button