Konferansa Avhewayê ya ny COP28 hat dirêjkirin

28. Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî piştî ku welatên endamên Neteweyên Yekbûyî li ser daxuyaniya dawî li hev nekirin, hat dirêjkirin.
Yekîtiya Ewropayê bertek nîşanî pêşnûmeya ku ji aliyê serokê konferansê Siltan Ehmed El Cebîr hat pêşkeşkirin, dan.
Ku di pêşnûmeyê de sozek gerdûnî ya bidawîkirina karanîna sotemeniyên fosîl nagire.

28’emîn Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP28) ji ber ku zêdeyî 200 welatên beşdar li ser pêşnûmeya danezana dawî li hev nekirin, hat dirêjkirin.

Pêşnûmeya danezana dawî ji ber sozek gerdûnî ya bidawîkirina karanîna sotemeniyên fosîl nagire, berteka welatên di nav de Almanya û Yekîtiya Ewropî (YE) kişand.

Dewletên rojavayî bertek nîşanî peşnûmeyê dan ku 21 rûpel ji aliyê serokê konferansê Siltan Ehmed El Cebîr hat pêşkeşkirin.

Sedema bertêkê wan ji ber di pêşnûmeyê de tenê sozek di derbarê “kêmkirina bikaranîn û derxistina sotemeniyên enerjiya fosîl” de heye.

Konferansa ku di 30’ê Mijdarê de dest pê kiribû, dihat plankirin ku îro bi dawî bibe.

Helwesta dewletên beşdar û durûtiya wan

Herî kêm 80 dewlet dixwazin di peymana COP28 de banga rawestandina bikaranîna sotemeniyên fosîl were kirin,

Ku çavkaniya sereke ya belavbûna germbûna kurewî ye, da ku bigihîje armanca sînordarkirina bilindbûna germahiya gerdûnî bo 1,5 pileyî.

Lê tevî vê yekê jî biryar û armancên ku di konferansê de didin bi cih naynin.

Di kongreyên berê de lihevkirinek fermî li ser rawestandina bikaranîna sotemeniyên fosîl bi temamî çênebû.

Lê cara yekemîn di lûtkeya Glasgow COP26 de, hikumetan li hev kirin ku komirê hêdî hêdî were kêmkirin.

COP28: Ji Guterres hişyariya sotemeniya fosîl

Back to top button