Rûsya hin heremên li Ukraynayê bidest xistiye sindoqên dengdanê deyne

Rûsyayê hin heremên Ukraynayê ku bidest xistiye weke ‘erdên nû’ bi nav dike.
Di hilbijartinên serokkomariyê de jî dixwaze li wan hereman jî sindoqan deyne.
Ji hêla Ukraynayê jî ew biryarên Rûsyayê hat şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin.

Hat ragihandin ku di hilbijartinên serokomariyê yên ku wê di meha adara bê de li Rûsyayê bên kirin de li herêmên dagirkirî yên Ûkraynayê sindoqên dengdanê bên danîn.

Di daxuyaniya Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Rûsyayê de hat diyarkirin ku li herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporizhia û Xerson ên Ûkraynayê dibe ku deng were dayîn.

Alîkarê serokê komîsyonê Nîkolay Bulayev anî ziman ku ev biryar bi yekdengî hatiye girtin.

Li aliyê din rêveberiya Moskowê ji aliyê siyasî ve girîng dibîne ku hilbijartinan li herêmên ku jê re dibêjin “erdên nû” berfireh bike.

Lê pirsgirêkên lojîstîk û ewlehiyê jî di rojevê de ne; ji ber ku leşkerên rûsî hîna di van çar herêman de kontroleke leşkerî bidest nexistine.

Kiev bang li civaka navneteweyî kir

Her wiha hikûmeta Ukraynayê bang li civaka navneteweyî kir ku bi biryardarî” niyeta Rûsyayê ya lidarxistina hilbijartinan li ser axa Ukraynayê şermezar bike û cezayan li ser berpirsan bisepîne.

Ji ber ku piraniya mûxalefetê li Rûsyayê di zindanê de ye an jî sirgûnê ye, serokê niha Vladîmîr Pûtîn, tê pêşbînîkirin ku di hilbijartinan de rastî ti zehmetiyek cidî neyê.

Ji 5 partiyan re destûr hat dayîn ku di hilbijartinan de namzedên xwe destnîşan bikin bêyî ku hewcedariya hejmarek îmzeyan hebe.

Her pênc partî piştgirî didin êrîşa leşkerî ya artêşa Rûsyayê li dijî Ukraynayê.

Rûsya berê jî li herêmên Ukraynayê yên dagirkirî hilbijartin pêk anîbû û ev hilbijartin ji aliyê Kîev û Rojava ve wek nederbasdar hat binavkirin.

Moskow di Îlona borî de li çar herêmên Ukraynayê hilbijartinên herêmî li dar xistibû û par jî “referandûm” ji bo girtina van herêman organîze kiribû.

Herdu deng ji aliyê Kîev û Rojava ve hatin şermezarkirin.

Back to top button