Pakîstan..Bi fermî dawî li erkê serokwezîr Xan hat

Li Pakîstanê ku heta niha tu serokwezîrî erka xwe temam nekiribû, parlemento hat betalkirin. Bi dengdana pêbaweriyê ya plankirî ya li dijî wî hate asteng kirin, Serokwezîr Xan opozîsyon bi hevkariya “hêzên biyanî” tawanbar kir. Li Pakistana ku erkê Xan bi fermî bi dawî bû, amadekariyên hilbijartina pêşwest despê kir.

Piştî betalkirina parlamentoya Pakistanê, erka serokwezîr Îmran Xan bi fermî bidawî bû.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, lijneya wezîran daxuyaniyek da û diyar kir ku piştî ku parlamento hat betalkirin, Xan ne serokwezîrê welêt e.

Li gorî xala 224’an a Destûra Bingehîn, Xan wê 15 rojan serokwezîrtiyê bike, heta ku serokwezîrê hikûmeta demkî were destnîşankirin.

Xan: DYA li pişt aloziya li welat e

Li gorî nûçeya televîzyona Ary News, Serokwezîr Xan di hevdîtina bi endamên partiya xwe re got;

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Asyaya Başûr û Asya Navîn Donald Lu li pişt plana hilweşandina hikûmetê ye.

Dîplomatê Amerîkî Lu balyozê berê yê Pakistanê li Washingtonê Esad Mecîd ji encamên nebûna “denga bêbaweriyê” li dijî Serokwezîr Xan hişyar kir.

“Hewldana (muxalefetê) ji bo desteserkirina min destwerdanek eşkere ya DYA di siyaseta me ya navxweyî de ye,” Xan dema 2’ê Nîsanê ev gotin bikar anî, aloziya heyî zêdetir bû.

Hat ragihandin ku Serokomarê Pakîstanê Arîf Alvî piştî banga Serokwezîr Îmran Xan Meclîs betal kir.

Dengdana pêbaweriyê ya ji bo Serokwezîr Xan ji aliyê Alîkarê Serokê Meclîsê Kasim Surî ve bi hinceta ku xala 5. a Destûra Bingehîn binpê dike, hat redkirin.

Xala 5. a Destûra Bingehîn dibêje,

“Parastina bi dewletê re erka bingehîn a her welatiyekî ye.

Pabendbûna bi Destûra Bingehîn û yasayan erka her welatî û her kesê li Pakistanê ye, li ku dibe bila bibe.”

Di nava 90 rojan de hilbijartina pêşwext wê pêk bê

Li gorî xala 58’an a Destûra Bingehîn a Pakîstanê, Serokomar bi pêşniyara serokwezîr Meclîsê betal bike.

Beriya niha 1977 û 1993’an heman rewş dubare bûbû.

Piştî hilweşandina parlementoyê, di 90 rojan de hilbijartin tên kirin û welat ji aliyê hikûmeta demkî ya ku bi beşdariya partiyên opozîsyonê di vê pêvajoyê de hatiye avakirin, tê birêvebirin.

Heta avakirina hikumeta demkî, serokwezîr karê xwe didomîne.

Back to top button