Li Pakîstanê di êrîşa xwekujî de herî kêm 23 kes mirin

Li Pakîstanê li dijî avahiyeke leşkerî êrîşeke xwekûjî pêk hat û di encama vê yekê de herî kêm 23 kes hatin kuştin û 27 kes jî birîndar bûne.
Komeke nû ya bi navê Tehrîk-î Cîhad Pakistan (TJP) a ser bi Tehrîk-î Talîban Pakistan (TTP) berpirsyariya êrişê li xwe girt.

Li bakur rojavayê Pakistanê li hemberî avahiyeke leşkerî êrişeke xwekujî hate kirin.

Di encamê de herî kêm 23 kes hatin kuştin.

Êriş nîvê şevê li herêma Dera Îsmaîl Han a li eyaleta Hayber Pahtûnhva ya li nêzî sînorê Efganistanê pêk hat.

Rayedarek ji AFP’ê re axivî û got, “Gelek kes di xew de hatin kuştin û kincê sivîl li wan bû.

Ji ber vê yekê jî em hîn hewl didin diyar bikin bê hemû leşker bûn an na.”

Rayedar ragihand ku herî kêm 23 kes hatine kuştin û 27 kes jî birîndar bûne.

Komeke nû ya bi navê Tehrîk-î Cîhad Pakistan (TJP) a ser bi Tehrîk-î Talîban Pakistan (TTP) berpirsyariya êrişê li xwe girt ku weke Talîban a Pakistanê tê naskirin.

Artêşa Pakistanê li ser êrîşê yekser daxuyanî neda.

Ji Tebaxa 2021’ê piştî ku Talîban li Qabûlê, bû desthilatdar û vir ve rewşa ewlekariyê ya li ser sînorê Efganistan yê Pakistanê xerab bûye.

Îslamabad îddîa dike ku hin ji van êrişan li xaka Efgan têne plankirin, lê belê Qabûl vê sûcdariyê red dike.

Tehrîk-î Talîban Pakistan piştî bidawîbûna agirbestê ya Mijdara 2022’an êrîşên li dijî polîsan û hêzên ewlekariyê zêde kir.

Tehrîk-î Talîban Pakistan (TTP) ku xwedî îdeolojiyeke olperestiyê ye û îdîa dike ku ji Talîban a Efgan cuda ye, di sala 2007’an de li Pakistanê ava bû.

Di nava deh salan de zêdeyî deh hezar sivîl û hêzên ewlekariyê yên Pakistanê hatin kuştin.

Tehrîk-î Talîban Pakistan di sala 2014’an de bi operasyona leşkerî ji herêmên eşîretê hate derxistin.

Back to top button