Fuzeyê Husiyan keştiya Norwecê kir armanc

Êrîşên Husiyan li Deryaya Sor li dijî keştiyan didome.
Vê carê jî Husiyan li peravên Yemenê keştiyeke Norwecê kir armanc.
Li gor daxuyaniya hatiye dayîn di keştiyê de ti windahî çênebûne.
Her wiha li dijî keştiya fransî jî bi du balafirên bê mirov êrîş pêk hatin.
Rayedarên fransî ragihandin ew her du balafirên bêmirov xistine xwarê.

Fermandarê Leşkerî ya DYA’yê yê Rojhilata Navîn (Centcom) derbarê vê yekê de daxuyanî da.

CENTCOM’ê ragihand ku tankera kîmya û petrolê ji aliyê fuzeyek ve hatiye hedefgirtin û di keştiyê de agir derketiye.

CENTCOM diyar kir keştiyek a DYA’yê ya bi navê USS Masonê ji bo alîkariyê xwe gihandiye keştiyê.

Armatorê Norwecê Ludwig Mowinckels, bûyer piştrast kir û diyar kir ku di nava koma ku hemû welatiyên Hîndîstanê ne û karîbûn şewatê vemirînin de kesek birîndar nebûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Keştiya ku bi madeyên xam ên biyosotemeniyê ji Malezya ber bi Îtalyayê ve bi rê ket, niha ber bi bendergeheke ewle ve diçe.”

Berdevkê leşkerî yê Husiyan Yahya Sarî di daxuyaniya xwe ya piştî êrîşê de berpirsyariya êrîşê girt ser xwe û got,

“Yekîneyên deryayî yên girêdayî hêzên çekdar ên Yemenê, tankerê petrolê yê Norwêcê a bi navê Strinda ku sotemenî dibir Îsraîlê, hedef girtin.”

Keştiyeke Fransayê jî bû armanca Husiyan

Li gorî serkana giştî yê leşkerî yê Fransayê jî keştiya fransî ya li Deryaya Sor bi du balafirên bêmirov ên ku “rasterast ber bi wê ve diçûn” xiste xwarê.

Li gorî agahiyên çavkaniyekî leşkerî da diyarkirin ku, firkateyên Fransayê ji bo xistina balefirên bêmirov 15 fuzeyên dijî balafiran avêtine Asterê.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê piştî vê bûyera li Derya Sor banga “ji her pevçûneke herêmî dûr bê seknandin” kir.

Ji roja şer û vir ve cara yekê ye piştî êrîşa Hamasê ya li dijî xaka Îsraîlê ku di 7’ê Cotmehê de destpê kir, keştiyeke leşkerî ya Fransayê bû hedefa Hûsiyan.

Back to top button