Villo Sigurdsson: Şertê herî girîng ê pêkhatina aştiyê derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ye

Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, ji qada navneteweyî bang bilind dibin.
Villo Sigurdsson ku yek ji siyasetmedarên Danîmarkayê ye, dibêje “PKK tevgereke azadiyê ye û şertê herî girîng ê pêkhatina aştiyê li Rojhilata Navîn, derxistina wê ji lîsteya terorê ye.”

Villo Sigurdsson Yek ji kesên destpêkê ye ku belgeya derxistina PKK ji lîsteya terorê, îmze kir.

Villo anî ziman ku sedema sereke ya hiştina PKK’ê di lîsteyê de, endametiya Tirkiyê ya li NATO’yê ye û piştrast kir ku “Rejîma Tirk kir ku PKK weke terorîst were ragihandin.”

Siyasetmedarî Danîmarkî anî ziman “Yek ji şertên pêşîn û herî girîng ê aştiya li Rojhilata Navîn, derxistina PKK ji ‘lîsteya terorê’ ye.”

Sigurdsson işaret bi tecrîda li ser Rêber Ocalan jî kir û ji bo bidawîkirina tecrîdê tekez kir divê siyasetmedar û saziyên navneteweyî bi erkên xwe rabin û Ocalan bêşert were berdan.

Back to top button