Li bajarê Refah yê Filistînê, tetbîqata “Aliyê Zehmet-2” pêk anîn. Di tetbîqatê de komên Filistînê yên li Şerîda Xezza cihê xwe girtin.
Ev tetbîqat ji aliyê “Odeya Hevpar a Komên Berxwedanê” ve hat kirin.
Ji derveyî Tevgera Fetih baskên leşkerî yên komên din ên Filistînî cihê xwe di nava tetbîqatê de girt.
Ji Fermandarên Odeya Hevbeş a Komên Berxwedanê Ahmet Nevfel, der barê tetbîqata ku ji bo parvekirina ezmûnên leşkerî û ji bo gelek zehmetî û gefan amade bibin hat lidarxistin de, daxuyanî da.
Nevfel destnîşan kir ku tetbîqatê fikra berxwedanê zindî dihêle û yekitiya komên filistînî piştrast dike.
Her wiha diyar kir ku dîwarên li ser sînorê Xezzeyê, Îsraîl naparêzin û hêzên berxwedanê wê dîsa bibin xwediyê gotinê.
Tetbîqat 26’ê Kanûnê hatibû despêkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku cara yekem Îlona 2020’an tetbîqat hatibû lidarxistin.