Qamişlo-Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî narkotîkê girt

Hêzên Asayişê li Qamişlo, bazirganekî madeyên hişber dema ku hewl dida van madeyan derbasî bajêr bike hate girtin.

Piştî bidestxistina agahiyan û lêkolînên berfireh hêzên Asayişê yên li dijî madeyên hişbir, 21’ê Gulanê bazirganekî madeyên hişbir girt.

Vî bazirganî dixwest madeyên hişbir derbasî nav bajarê Qamişlo bike, lê berî ku bikeve nava bajar hate girtin.

Di destê vî bazirganî de 969 gram krîstal hate desteserkirin.

Weke li ser ekranê tê diyar kirin ku ev madeyên qedexekirî di hundir kamyonê de veşartibûn.

Hêzên Asayişê di daxuyaniya xwe tekez kirin ku ji bo parastina ewlehî û pêşeroja gelê herêmê li ser desteserkirina van madeyên ziyandar berdewam bikin.

قواتنا تُفشل عملية إدخال مخدَّرات في مدينة قامشلو Hêzên me oparesyonek derbaskirina madeyên hişbir li bajarê Qamişlo têk bir

Back to top button