Bi hatina biharê guldexwînan Qerejdax xemiland

Li navçeya Sêwregê a Rihayê guldexwînên vebûne bi reng û xweşikiya xwe bandorê li kesan dikin û demsala biharê li Qerejdax xemilandin.

Guldexwînên bi xweşikahiya xwe bandorê li mirovan dikin li gelek deverên Kurdistanê şîn dibin.

Guldexwîn bi kurdî tê wateya “gulên ku xwîn digirîn” û cudahiya wan li erdê dinerin.

Guldexwînên ku li herêma Qerecdaxê heta salên 1990’an jî bi awayekî xwezayî bêyî mudaxileyê şîn dibûn.

Bi talankirina ekolojik û guhertina avhewayê êdî li cihên xwezayî şîn nabin û piştî van salan êdî ji aliyê welatiyan ve têne çandin.

Herwiha hilberînerên guldexwînan ji ber piştgiriyeke baş nagirin, hilberîna guldexwînan jî kêm dibe.

Serokê Yekitiya Hilberînerên Kulîlkên Xwezayî yê Sêwregê Sedat Kiran, têkildarî mijarê axivî.

Sedat Kiran diyar kir ji ber xebatên sewalkariyê û kîmyasalên di çandiniyê de tên bikaranîn cûre kêm dibe û got:

“Ji bo ku ev cureyê kulîlkê tune nebe ew hildiberînin.”

Kiran ji bo cureyên giyayan tune nebin, bang li şaredariyan kir ku piştgiriya wan bikin.

Back to top button