Xebatên paqijkirina bajarê Reqayê ji bermahiyên çeteyên DAI’Ş’ê dewam dikin.
Îro rêxistina Roj ”Ramko” ya rakirina mayînan, depoyek a bombe û hawinan ên bermahiyên DAIŞ’ê li taxa El-Hermiye ya bajarê Reqayê dîtin.
Li gorî Navenda Ragihandina QSD`ê, li ser agahiyên şêniyan bi hebûna cismên biyanî depoyek hat dîtin.
Piştî lêgerînê xuya bû ku ew cih depoya top û mayînên çeteyên DAIŞ`ê ye.
Li ser wê tîmê bombeyên ku li dora depoyê hatibûn çandin bê baىdor kirin.
Girêdayî mijarê serokê tîma bêbandorkirina mayînan Mistefa El-Salih teqez kir ku tîmê dest bi lêgerînê kir û depoyek ku bi sedan bombe û hawinan dîtin.
El-Salih destnîşan kir ku ew dê bombeyan bê bandor bikin da ku piştre bi koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê ji wir rakin.