Şêniyên Çilaxa cenazeyê şehîd Ehmed Esaf oxir kirin

Şêniyên navçeya Çilaxa û Kobanê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê, Riyad Ehmed Esaf û şehîd Hesen Sirîn oxir kirin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Riyad Ehmed Esaf di encama êrişeke balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de şehîd bû.

Şêniyên navçeya Çilaxa cenazeyê şehîd Riyad Ehmed Esaf bi merasîmekê oxir kirin.

Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn û wiha hat gotin:

Şehîd îro mil bi mil li hember dewleta Tirk a dagirker a ku hewl dide gelên Sûriyê tune bike, disekinin.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Şêniyên Sirînê cenazeyê şehîd Hesen Sirîn oxir kirin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê jî cenazeyê şervanê QSD’ê Hesen Yûsif bi nasnav Hesen Sirînê ku roja yekşema borî li Reqayê dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû oxirkirin.

Back to top button