Corona..Rojane jimarek ji welatiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dimirin

Xemsariya desthilatdariya Tirk hişt ku vîrûsa corona li gelek deverên welat belav bibe û êdî rêgirtina li pêşiya vîrûsê zehmet be.

Rojane jimarek mezin ji welatiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrûsê dikevin û jiyana xwe ji dest didin.

Vîrûsa ku li nava girtîgehan belav bûye jî heta niha dawî li jiyana 3 kesan aniye.

 

Li Tirkiyê bi sedan kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye

Xemsariya desthilatdariya Tirk hişt ku vîrûsa corona li gelek deverên welat belav bibe û êdî rêgirtina li pêşiya vîrûsê zehmet be.

Li Tirkiyê li gorî daneyên herî dawî yên desthilatdariyê hezar û 198 kes mirine û 56 hezar û 956 kes jî bi vîrûsê ketine.

Li Amedê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Vîrûs bi lez li bajarên Bakurê Kurdistanê jî belav dibe.

Li Amedê, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û jimara giştî bû 19 kesan.

Li bajêr dermankirina 150 kesî zêdetir didome û 300 zêdetir jî li malên xwe dibin çavdêriyê de ne.

Ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrûsê hin tedbîr tên girtin.

Gundên Şemrex û Artûklû yên Mêrdînê jî ji ber vîrîsê ketine bin çavdêriyê.

Bi vî awayî jimara gundên li herêmê xistine bin çavdêriyê gihişt 7’an.

Vîrûsa Corona li ser jiyana girtiyan jî xeteriyek mezin ava dike.

Hat gotin, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê testa vîrûsa corona ya girtiyekî pozîtîf derketiye.

Her wiha Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul ragihand ku testa 17 hikumxwaran pozîtîf derketiye, 3 ji wan jiyana xwe ji dest dane û dermankirina 14 kesan jî didome.

Li Îzmîrê 266 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine

Ne tenê gel xebatkarên tenduristiyê ku wan derman dikin, bi talûkeya vîrûsê re rû bi rû ne.

Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, ragihan ku hejmara xebatkarên tenduristiyê yên testa wan a vîrûsê pozîtîf derketin gihişt 266’an.

“Hikûmet pêavajoya vîrûsê baş birêve nabe”

Odeya Bijîşkan a Stenbolê diyar kir ku hikumet pêvajoya coronayê baş birêve nabe û got:

“Navê vê yekê ne rêveberiya vîrûsê ye, navê wê rêveberiya bertîlê ye.”

Back to top button