Ermenên li Hesekê ambargoya ser Qerebaxê şermezar kir

Bi durişmeya “Na ji qirkirineke nû li dijî gelê Ermen re” Ermenên bajarê Hesekê daketin qadan û ambargoya ku hikumeta Azerbeyanê li ser Qerebaxê ferz kiriye, şermezar kir.

Bi dehan Ermenên li bajarê Hesekê, li dijî ambargoya ku hikumeta Azerbeyanê li ser Qerebaxê ferz kiriye, meşek li dar xist.

Di meşê de dirûşmên şermezarkirina ambargoya li ser Qerebaxê û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin berzkirin.

Meş ji pêşiya Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira dest pê kir û li ber avahiya Komîteya Şaredariyan û Jîngehê ya bajarê Hesekê veguherî mîtîngê.

Hevserokê Meclisa Civaka Ermenî Emar Tetaryan axivî. Emar Tetaryan diyar kir ku ev ambargo bi desteka zemîna terorê anku dewleta Tirk hatiye ferzkirin. Armanc ji vê ambargoyê qirkirina gelê Ermen e.

Her wiha Emar Tetaryan bang li hêzên navneteweyî kir ku ambargoya li ser Qerebaxî bi dawî bikin.

Back to top button