Bi vexwendina lîderê 40 welatan civîna avhewa despêkir

Li ser vexwendina Serokê DYA Joe Biden ya ji bo lîderê 40 welatan, civîna avhewa despêkir. Biden keyfxweşiya xwe ya despêkirina civînê anî ziman.

Biden di civîna ku wê du rojan dewam bike de axaftina despêkê kir û got:

Ez hem dixwazim jêrzemînê ava bikin û hem jî teknolojiyek paqij bêxin meryetê.

Ev yek wê ji bo îro û sibe baş be.

Serokê DYA balkişand li ser daxuyaniyên zanyarên ji rewşa avhewa û anî ziman ku kes nikare hişyariyên wan tine hesab bike.

Ji bo tevahî welat û parastina avhewa tişta pêwist divê were kirin.

Biden diyar kir ku het 2050 ew plan dikin asta karbonê daxin asta herî jêr.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Anthony Blinkin jî di civînê de îşaret bi dîplomasiyê kir û got:

Bi rêya dîplomasî ew dikarin di zutirîn demê de encamê bigrin.

Back to top button