Komkujiyên Parîsê bi destê Gladio û AKP-MHP’ê pêk hat

Koordînasyona PAJK’ê dazanîn ku komkujiyên Parîsê bi destê Gladio ya NATO û rejîma faşîst AKP-MHP’ê ji bo pêşî pergala jinê bigrin pêk hatiye.
PAJK’ê daxukakirin ku herçendî dagirkeriya tirk xwest li Rojava, Bakur û Şengal û herêmên parastina medyayê bigîhîje armancên xwe, lê planên wan vala hate derxistin û niha pêvajoya binketina desthilata AKP-MHP’ê destpêkiriye.

Koordînasyona PAJK’ê li ser malpera xwe ya înternetê bi sernavê “Ji Sarayan, ji Evînan heta Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyek weşand.

PAJK’ê di şexsê şehîdên her du komkujiyên Parîsê de hemû şehîdên tevgera Azadiyê bibîranîn û got:

“Şehadetên hevreyên me yên pêşeng û welatparêzên me yên hêja ji bo me sondeke ku em ê bi komplo û qetlîaman hesab bipirsin, faşîzma dewleta Tirk, nokerîyê, xiyanetê têk bibin.

PAJK’ê dazanîn ku komkujiyên Parîsê bi destê Gladio ya NATO û rejîma faşîst AKP-MHP’ê ji bo pêşî pergala jinê bigrin pêk hatiye.

Kordînasyonê wiha berdewamî da nirxandina xwe:

“Çawa ku bi komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’ê re NATO û hêzên Gladioyê xwestin mudaxeleyî herêmê bikin;

Qetlîama Parîsê ya 9’ê Çile jî ji aliyê heman hêzan ve û bi heman armancê ve pêk hat.

Bi heman armancê di konsepteke navnetewî de vê carê jî 23’ê Kanûna 2022’an de qetlîameke duyemîn pêk anîn.

Pergala Netewa Demokratîk ku di pêşengtiya jinê û xeta Rêbertî de li herêmê û cîhanê pêşdikeve dixwazin asteng bikin.

Ji bo wê jî jinên pêşeng dibin hedef.

Dixwazin bi van êrişan jinên ku têkoşînê azadiyê dimeşanin bitirsînin, zeyîf bikin, belav bikin û milîtaniya jinê paş ve bihêlin”

PAJK’ê daxukakirin ku herçendî dagirkeriya tirk xwest li Rojava, Bakur û Şengal û herêmên parastina medyayê bigîhîje armancên xwe, lê planên wan vala hate derxistin û niha pêvajoya binketina desthilata AKP-MHP’ê destpêkiriye.

“Wê sala di 2023’an de şerê pergalan kûrtir bibe”

PAJK’ê dazanîn ku saleke nû ya têkoşînê ango sala 2023’an di aliyê kûrewî de bi taybetî jî ji bo pêşeroja Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî girîngeyeke krîtîk e û ev nirxandin kir:

“Em wekî Tevgera Azadî û gel ji pêvajoya herî girîng û krîtîk a têkoşîna me ya 45 salî derbas dibin.

Pergala moderniteya kapîtalîst û netewe dewlet ji bo xwe ji qeyrana pergalî xilas bikin serî rêbazê qirêj didin, li ser Kurdan û li ser herêmê vî şerê qirêj ferz dikin

Ji bo wê jî wisa xuya ye ku desthilata AKP-MHP êrîş û gefên xwe wê hîn bêhtir kûr bike.

Berxwedana gelan a ku di pêşengtiya Kurdan de li hemberî vê pêş dikeve ji bo tengezarî û beçaretiyê dibe hêvî.

Li hemberî ferasetên faşîst ên netew dewletan ku dixwazin gelan bi hev bidin xistin, yek riya çareseriyê heye. Ew jî paradigmaya Rêber Apo ye.”

PAJK’ê diyarkir ku pergala zilamsalarî bi armanckirina jinê ve dixwaze çand, nasname û dîroka ku jin temsîla wê dike ji holê rabikin; lê wê jin bi têkoşîna xwe pergala zilamsalarî bigûherînin.

PAJK: Emê sala 2023’an veguherînin sala azadiyê

Koordînasyona PAJK’ê di dawî de teqezkir ku wê sala 2023’an vegûherînin sala serfiraziyê û nirxandina xwe wiha bidawî kir:

“Şert û merc çi dibin bile bibin dîrok nîşan dide ku di demên wisa awarte de em ê mezin qezenc bikin.

Şehîdên me yên bi rihekî Apoyî dijmin mehkûmî binketinê kirin, bi sekn û pratîka xwe re îspat kirin ku sala 2023 wê bibe sala berxwedan, têkoşîn azadî û serfiraziyê.”

Back to top button