Meclisa Jinê ya Partiya Çep a Kesk beyannameya xwe a hilbijartinê eşkere kir

Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk, Beyannameya Hilbijartinê ya Jinan ragihand.
Di bernameyê de daxwazên jinan hatin rêzkirin û peyamên têkoşînê hatin dayîn.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir di 14’ê Gulanê de bersiva herî xurt ew jin dê bidin û got:
“Em jin dê vê îktîdara dijminatiyê li jinan dike hilweşînin. “

Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Beyannameya Jinan a têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê îro li Enqereyê ragihand.

Dirûşma hilbijartinê jî weke “Dîsa jin, dîsa jiyan” û “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” hate destnîşankirin.

Beyannameya Hilbijartinê yên bi kurdî û tirkî di ketina eywanê de li jinan hate belavkirin.

Hevberdevk û Hevserok jî di nav de nûnerên gelek partî û rêxistinên civaka sivîl tev li bernameyê bûn.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftina destpêkê kirin.

Pervîn Bûldan: Em jin dê vê îktîdara dijminatiyê li jinan dike hilweşînin.

Pervîn Buldan diyar kir ku dê di 14’ê Gulanê de rejîm were hilweşandin û wiha got:

“Di 14’ê Gulanê de bersiva herî xurt em jin dê bidin.

Em jin dê vê îktîdara dijminatiyê li jinan dike hilweşînin.

Hûn, hêza bingehîn a guherîn, veguherîn û jinûveavakirinê ne.

Weke her carê, di vê hilbijartinê de jî em jin bi soza nûnertiya wekhev dikevin hilbijartinê.”

Pervîn Bûldan: Em, jin li ser xeta rêya sêyemîn tên ba hev

Buldan anî ziman ew, jin li ser xeta Rêya Sêyemîn tên ba hev û got:

Di Rêya Sêyemîn de em dibêjin destpêkeke nû, sedsalake nû.

Ev rê, ev hêz, ev îrade jî di bi saya Çep a Kesk, bi Tifaqa Ked û Azadiyê û bi tifaqa me jinan bi ser keve.

Belê jinên hêja û delal; jin hebûna me ne. Jiyan berxwedana me ye. Azadî armanca me ye.”

Siyasetmedarên jin ên girtî peyamên têkoşînê dan

Piştî axaftinan jî peyamên li ser navê siyasetmedarên jin ên girtî hatin xwendin.

Piştî xwendina peyaman, stranên Partiya Çep a Kesk ên bi kurdî û tirkî hatin danasandin.

Beyannameya Partiya Çep a Kesk: Ji serhildanê ber bi avakirinê ve

Herî dawî jî Beyannameya Hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk hate xwendin.

Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk di Beyannameya Hilbijartinê de diyar kir jin li dijî zextan bê alternatîf nînin û ev peyam hate dayîn:

“Ji berxwedanê ber bi serhildanê, ji serhildanê ber bi avakirinê ve; em bi piştevaniya jinan bo guherandinê tên.”

Back to top button