51 Penaberên din li ser riyên deryayan jiyana xwe ji dest dan

Penaberan ya ku ji peravên Efrîqeya Bakur ber bi Giravên Kanaryayê yên Spanyayê ve diçû, noqî avê bû.
Hat gotin di encamê de 51 kes jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku ji kesên di botê de tenê 4 kes hatin rizgarkirin û rakirine nexweşxaneyê.

Gorî agahiyan bot li peravên bajarê Tan Tan ê Fasê bi rê ketiye û ji 51 kesên jiyana xwe ji dest dayîn 11 jê jin û 3 jî zarok in.

Ji nûnerên rêxistina civaka sivîl Caminando Fronterasê Helena Maleno li ser hesaba xwe ya Twîtterê bûyer wekî trajedî bi nav kir û got:

“Boteke ku ber bi Giravên Kanyaryayê ve diçû noqî avê bû û bû sedema mirina 51 kesan.”

Hêjayî gotinê ye ku di 22’yê Hezîranê de jî keştiyeke noqî avê bûbû û 39 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn.

Keştiya koçberan noqê avê bû-37 kes winda ne

Back to top button