Li Skoçyayê ku her sal festîvala penaberan a navnetewî tê lidarxistin:
Îsal jî bi pêşangehekê reng, êş û dîroka Kurdan hate nîşandan.
Her sal li bajarê Glasgow Skoçyayê di meha Hezîranê de festîvalek penaberan a navnetewî tê lidarxistin.
îsal Rêxistina Zagros ku ji komek penaberên Kurd pêktê, tevlî festîvalê bû.
rêxistinê êş, reng û dîroka Kurdan bi pêşangehekê nîşandan.
Rêxistina Zagros xwest bi çalakiyên xwe yên hunerî, karê dest û nîşandana dîroka Gelê Kurd, dengê Kurdan bigihîne cîhanê.
Rêkxerên pêşangehê diyarkirin ku bi vê rêyê ew dixwazin netewa Kurd bi neteweyên din bidin nasîn.
Bi taybet dixwazin dîroka jenosîd û komkujiyên bi serê Kurdan de hatîn ên weke kîmyabarana Helebce û Enfalê bi her kesê bidin nasîn.