Meclisa Girê Spî: Dagirkeriya Tirk bi zanebûn gundên Girê Spî wêran dike

Meclisa Girê Spî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn 6 gundên li ser rêya M4 yên herêma Girê Spî wêran kirin.

Cîgirê Hevserokê Meclîsa Girê Spî Sebrî Nebo ji ajansa Hawarê re axvî û diyar kir ku di mehên derbasbûyî de gundên biçûk bi awayekî hovane rastî êrîşên dewleta Tirk hatin.

Nebo da zanîn ku şêniyên gundê Seyda, Mielek, Xalidiyê, Mişêrfê, Hoşan û Cehbel ên gundewarên navçeya Eyn Îsayê û gelek gundên rojavayê Girê Spî ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ji warê xwe koçber bûne.

Nebo bang li komîteya navneteweyî kir ku rastiyan bişopîne û çavên xwe li sûcên dagirkeriyaTirk yên li dijî sivîlan negirin.

Her weha daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan kir ku serdana herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk ku sûc lê tên kirin, bikin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê dewleta Tirk a dagirker di navbera 23`ê Cotmeha 2020 heta 24`ê Sibata îsal, 18 dever li Eyn Îsayê topbaran kirine.

Back to top button