Şêniyên Siwêdayê û Derayê banga guhertina deshilata Esed kirin.
Ev 3’ê roj in li ser hev li Siwêdayê û Derayê li dijî rewşa aborî û biryarên hikûmeta Şamê xwepêşandan hene..
Di vê çarçoveyê de, îro jî şêniyên Siwêdayê daketin qadan.
Şêniyan riya di nabera Siwêdayê û Şamê li pêş çûn û hatinê qut kirin.
Çalakvanan eşkere kirin ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin heta ku hikûmet daxwazên wan pêk bînin.
Her wiha di heman çarçoveyê de li Derayê jî çalakî hebûn.
Xelkên Derayê banga berdana girtiyan kirin û guhertina rêjîma Esed kirin.
Leşkerên hikumeta Şamê jî ji bo bidawikirina çalakiyan li dijî welatiyan gaza rûndikrêj bikar anîn.