QSD’ê soza rizgarkirina herêmên dagirkirî da

Dawiya civînê, Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena wekî berdevkê QSD’ê yê nû li şûna Kîno Gabrîel hat hilbijartin. her weha QSD’ê, rizgarkirina herêmên dagirkirî wekî armanca pêşîn a xebatên xwe yên sala bê danî.

Di civîna salane a QSD’ê de, Aram Hena li şûna Kîno Gabrîel bû berdevkê QSD’ê.

Berdevkê nû yê QSD’ê Aram Hena Encamnameya Civînê xwend.

Di encamname de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku berpirsyartiyên xwe yên exlaqî û qanûnî li hemberî girtîgehên DAIŞ’ê û malbatên wan li kampan bi cih bînin.

Bang li civak û hêzên navneteweyî hate kirin ku zextê li Tirkiyê bikin, ji bo êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne, sûcên şer bi dawî bikin û ji bo vegera ewlehê mekanîzmeyekê deynin.

Soza rizgarkirin û vegerandina herêmên dagirkirî û misogerkirina jiyaneke bi rûmet û azad ji şêniyên herêmê re hat dayîn.

Bang li rejîmê hate kirin ku ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ji aloziya Sûriyê re tev-bigere û li esasê naskirin û qebulkirina Rêveberiya Xweser diyalogan pêk bîne.

Di civînê de bang li hikumeta Rûsyayê jî hat kirin ku roleke xurttir ji bo vekirina deriyê diyalogan li pêşiya çareseriyên siyasî li Sûriyê bilîze.

Back to top button