Di êrîşa Koalîsyonê de, 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di êrîşa balefirên Koalîsyonê ya ser deverên çeteyên DAIŞ’ê ya li çiyayê Qereçox ya başûrê kurdistanê de, 6 çete hatin kuştin.

Balafirên Koalîsyonê yên li dijî DAÎŞ’ê duh di saetên direngî yên şevê de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li rojhilat ê Çiyayê Qereçoxê bombebaran kir.

Hate ragihandin ku di bomberdûmanê de 6 çete hatine kuştin.

Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku navendên wan bûn hedefa balafirên koalîsyonê, zeviyên çandiniyê yên gundiyên herêmê şewitandibûn.

Piştî êrîşê balafirên şer ên koalîsyonê pir nizim li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê re firîbûn û ji bo demekê jî balafirên keşfê li herêmê firiyan.

Back to top button