Esper: Dibe lihevkirina di navbera DYA û Talîbanê de têk biçe

Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Mark Esper diyar kir ku ji ber aloziyên heyî dibe ku peymana di navbera wan û Talîbanê de têk biçe.

Mark Esper dibêje metirsî heye ku ew lihevkirin ji ber rawestandina siyasî li Kabulê û zêdebûna tundiyê li hindek deverên din, hilweşe.

Piştî diyalogên dirêj, Talîban û Washingotonê der barê sekinandina tundiyê de li hev kir.

Lê vê li hevkirinê jî dawî li êrîşan ne anî.

Esper destnîşan kir ku hikûmeta Efganistanê ne parçeyek ji lihevkirina di navbera DYA û Talîban de bû.

Li gorî peymana mijara gotinê, di berdêla berdana 5 hezar endamên Talîbanê de divê Talîban jî nêzî hezar leşker û polîsan serbest berde.

Talîban ev xal jî weke şertê destpêkê yê danûstandina bi hikumeta Efgan re danîbû.

Back to top button