Ji bo şopandina kar û xebatên mûsimê îsal li herêma Efrînê komîteyek taybet hatiye avakirin û li dora zeviyan xendek hatine kolandin.
Di çend rojên pêş de wê cotkar dest bi çinîna berhema genim û ceh bikin.
Ji bo parastina mûsimê îsal, Desteyên çandiniyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gelek tedbîr girtine.
Endama rêveber a Desteya Çandiniyê ya herêma Efrînê Îman Hisên derbarê tedbîrên girtine de axivî.
Îman Hisên dest nîşan kir ku wan komîteyek ji foca agirkujiyê, şaredariya gel û komînan ava kiriye da ku rewşa mûsim bişopînin. Her wiha wan li dora zeviyên çandiniyê xendek kolane.