KCK: Tenê Tirkiyê û DAIŞ van sûcan dikin

Rûyê rast yê hikumeta fasît ya AKP’ê êdî ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Hikumeta faşîst dîsan nêzî dehan goristanên li bakurê Kurdistanê xera kir.

Li dijî vê yekê helwesta û bertek zêde dibin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê teqez kir ku ev êrîş xwedî armancên siyasî ne û diyar kir ku tenê du hêz van sûcan dikin.

Ew jî dewleta Tirkiyê û DAIŞ yên xwedî heman fikrî ne. KCK’ê dest nîşan kir ku bersiva herî xurt ji êrîşan re geşkirina têkoşîna azadiyê ye.

Ji avakirina komara Tirkiyê û vir ve êrîşên li dijî gorên kesên ku di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dan tên kirin.

Ev êrîş di dema hikumeta AKP’ê de zêdetir bûn û hêj jî dewam dikin.

Leşker û polîsan hikumeta faşîst herî dawî li Mûş, Wan, Farqîn, Çewlik û Geverê êrîşî goran kirin, nivîs û navên kurdî yên li ser kêlên goran jêbirin û kêl şikandin.

Li hin bajaran jî, zext li malbatan hatin kirin ku kêlên zarokên xwe bişkînin û ji holê rabikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û wiha got:

Rêzdariya li miriyan û goran yek ji nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Dewleta Tirk vî nirxî bi rengê herî hovane û qirêj binpê dike. Li cîhanê du hêz hene ku van kiryarên hovane dikin. Dewleta Tirk û DAIŞ in. Mêjiyê wan yeke û xwedî heman armancên siyasî ne.

KCK’ê bîr xist ku DAÎŞ’ê ev kiryar bi navê ol dikir, faşîzma AKP-MHP’ê jî bi navê tirkbûn û netewperestiya bi ol nixumandî dike. Teqez di serdema heyî de ti faşîzim mîna vê nîne.

KCK: Ev êrîş xwedî armancên siyasî ne, Tirkiyê dixwaze Kurdan qir bike

KCK’ê ev hovîtî bi êrîşeke li dijî tevahiya gelê kurd binav kir û ev tişt anî ziman:îşaret bi bombebaran û xerakirina gorên şehîdan kir û wiha anî ziman:

” Ev li dijî daxwaza azadî û têkoşîna azadiyê ya Kurdan e. Heta ku rastî bi vî rengî neyê fêhmkirin, êrîş û heqaretên li goristanan û cesedan tên kirin jî nayên fêhmkirin. Ev êrîş xwedî armancên siyasî ne. Dixwazin Kurdan ji Kurdîtiyê û ji hemû mafan vegerînin.”

KCK’ê bang li hemû bawermendan kir ku li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin û teqez kir ku bê helwestbûn di ti bîr û baweriyê de nîne.

KCK: Bersiva herî xurt geşkirina têkoşîna azadiyê ye

KCK’ê diyar kir ku ev êrîş careke din rola dîrokî ya gerîla îsbat dike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de teqez kir ku bersiva herî xurt ji van êrîşan re, hîn bihtir xwedî li Kurdbûna xwe derketin û geşkirina têkoşîna Kurdistana Azad û Tirkiya demokratîk û avêtina dagirkeran a ser sergoyê ye.

Back to top button