Sererkanê giştî yê Rûsya: NATO xwe ji şereke mezin re amade dike

Rusyayê ji ber amadekariyên şer yên NATO’yê bi fikar e.
Fermandarê giştî yê Rûsiyayê Valeriy Gerasimov got, “Tatbîkatên NATO yên leşkerî bi awayekî zelal, amedekariyên şerekî gengaz li herêmê nîşan didin.”

Li gorî nûçeya rojnameya Krasnaya Zvezda ya Rûsî, Fermandarê giştî yê Rûsî di civîneke ku leşkerên welatên din jî tê de amade bûn axivî û bal kişand ser amadekariyên şer yê NATO’yê.

Valeriy Gerasimov diyar kir ku NATO ji 2016’an ve bûtçeyeke zêde ji bo leşkerî bikar têne û wiha got:

Li Ewrûpayê xebatên Emerîka yên bicihkirina muşekan dewam dike.

Bihêzkirina leşkeran li Derya Reş, Polonya û welatên Baltîkê her ku diçe zêdetir dibe.

Ev hemû nîşan didin ku hêzên NATO’yê xwe ji bo şerekî mezin amade dikin.

Gerasimov fikarên xwe yên li ser vê yekê anîn ziman û diyar kir ku di rewşeke weha de divê rêya danûstandinan werin vekirin.

Gerasîmov got, “Xebatên NATO’yê dibe sedem ku li herêmê atmosfereke şer û nearamiyê rû bide.”

Leave a Reply

Back to top button