Şêniyên Hesekê 23 şehîdên xwe bi merasimeke bi heybet oxir kirin

Îro li bajarê Hesekê 23 şehîdên pêngava Gurzê Gelan hatin oxirkirin. Bi hezaran şêniyên Hesekê li Goristana Şehîdan a li gundê Dawûdiyê beşdarî merasîma bi heybet a 23 şehîdên xwe bûn. Di merasîmê de soza bilindkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Piştî bajarên din îro jî bajarê Hesekê 23 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan di axa xwe de hembêz kir.

Şêniyên Hesekê serê sibê ji bo oxirkirina şehîdên xwe şîn ragihandin.

Li tevahiya bajarê Hesekê şêniyan dikanên xwe girtin û tevger çûnûhatinê hate rawestndin.

Bi hezaran şêniyên Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe , vê sibehê berê xwe dane Goristana Dawûdiya ya bajarê Hesekê û bi merasîmeke biheybet 23 pakrawanên azadiyê oxir kir.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî wê merasîma leşkerî dest pê kir.

Di merasîman de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Abid El Hamid Mihbaş, endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsiv axivîn.

Piştre hevserokê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Idrîs Selmo axivî.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê ya 23 şehîdên pêngava Gurzê Gelan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîman de şêniyên Hesekê 23 şehîdên xwe bi dirûşm û tililiyan spartin axê.

 

Back to top button