Rûsya weşanên DW ya Almanî rawestand

Di navbera Rûsya û Almanya de şerê çapemeniyê derketiye. Rûsyayê weşana Deutsche Welle (DW) da rawestandin. Ofîsa DW’ê ya li Moskowayê hat girtin û destûrdan karkirina nûçegihanan hat betalkirin.

Rûsyayê weşana Deutsche Welle (DW) ya çapemeniya Almanyayê ya li derveyî welat qedexe kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, li Rûsyayê rê li ber weşana DW ê ya bi rûsî bi rêya satelîtê û amûrên din ên weşanê hat girtin.

Ofîsa DW ya Moskowê hat girtin û destûrdan karkirina nûçegihanên wê hat betalkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, ji bo DW weke “ajanê biyanî” were ragihandin, pêvajoyeke hiqûqî hatiye destpêkirin.

Moskowa bi vê pêngavê bertek nîşanî qedexekirina weşanên televîzyona dewletê ya Rûsyayê RT German a li Almanyayê da.

Komîsyona Destûr û Kontrolê (ZAK) ku ji bo weşana bernameyên televîzyonê yên li Almanyayê destûr heye, weşana televîzyona RT German a li Almanyayê qedexe kir.

Qedexeya ku roja Çarşemê hat ragihandin, wek lîsansa netemamî ya weşana RT Almanî hat binavkirin.

Kremlîn jî ev gava Almanya bi binpêkirina mafê azadiya çapemeniyê, binav kiribû.

Back to top button