“Lêvegera Kurdî ya Bilind” hat avakirin

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku wan di qonaxa duyemîn de li ser xala lêvegera siyasî lihevkirine û navê lêvegerê jî wek “Lêvegera Kurdî ya Bilind” hat qebûlkirin.
Her wiha Aldar Xelîl kombuna hêzên çekdar ên Başûrê Kurdistanê li ser sînorê rojavayê Kurdistanê rexnekir û diyar kir ku gavên wisa wê zirarê bidin yekîtiyê.

Ji meha nîsanê ve li Rojavayê Kurdistanê pêvajoyek ji bo yekîtiya kurd destpêkiriye. Heta niha jî xebat berdewam dikin.

Di qonaxa yekemîn de nêrîna siyasî ya hevbeş avabû û qonaxa yekemîn bi awayekî serketî bidawî bû.

Piştre jî qonaxa duyemîn destpêkir û ev qonaxa duyemîn jî di hindirê xwe de ji 3 xalan pêk tê.

Xala yekemîn ji bo lêvegera siyasî ya kurd, ya duyem jî rewşa rêveberiyê û ENKS çawa tevlê rêveberiyê bibe, ya sêyem jî meselên leşkerî û ewlehiyê ye.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bû mêvanê bernameya bûyer a televizyona me û xebatên yekîtiyê di serî de gelek mijarên di rojevê de nirxand.

Aldar Xelîl diyar kir ku PYNK’ê û ENKS’ê li ser lêvegera siyasî lihevkirin.

Aldar Xelîl diyar kir ku ew hewldidin hemû aliyên ku derve mane beşdarê ‘Lêvegera Kurd ya Bilind’ bikin.

“Em hewldidin beşên din ê Kurd jî beşdarê vê lêvegerê bikin”

“Yekîtî ewe ku em li hemberê êrîşan bibin xwedî helwest, ne ku em sînora ji hev re daynin”

Aldar Xelîl kombuna hêzên çekdar ên başûrê kurdistanê li ser sînorê rojavayê Kurdistanê jî rexne kir.

Aldar Xelîl got: Di demeke ku behsa yekîtiyê tê kirin de ger tu sînor li ser Rojava bigre wê ev yek zirarê bide yekîtiyê. Gelo çibûye ku te ewqas hêz aniye li ser sînorê rojava?

Back to top button