MSD: Divê NY ji bo derxistina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê biryarekê bide

Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD rapora NY ya derbarê sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrîn û Serê Kaniyê, erênî û dît.
MSD destnîşan kir ku cudahiya sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmê ji yên DAIŞ’ê nîne û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji ber sûcên şer bê darizandin.

Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD jî di heman çarçoveyê de daxuyanî da û piştgiriya rapora NY kir û daxwaza serdana wê ji herêmê re kir da ku ji nêz ve rastiyê bibîne û van sûcan belge bike.

MSD’ê ji hêzên navnetewî xwest ku tedbîrên lezgîn bigire ku sûcên li dijî gelê Sûriyê rawesîtine û Konseya Ewlekariyê jî biryarekê bide da dewleta Tirk û çeteyên wê ji xaka sûriyê derxîne..

Di heman demê de, MSD’ê banga avakirina dadgeheke navnetewî a taybet ji bo darizandina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê kir.

Her dawî MSD’ê ji hêzên navnetewî xwest ku herêmên Sûriyê yên dagirkirî bixin bin kontrola hêzên parastina aştiya navneteweyî.

Back to top button