Waşington Hizbullaha Lubnanî bi veşartina teqemeniyan li Ewropayê tawanbar kir

Amerîka Hizbullaha Lubnanî bi komkirina çek û madeyên teqemeniyê ji bo teqînan li tevahî Ewropayê pêk bînin, tawanbar kir.

Rojnameya The Guardian a Birîtanî ragihand ku Berpirsê Amerîkî Nasan sîlz bang li Dewletên Ewropayê kiriye ku helwestek cidî derbarê Hizbullahê û çekdarên girêdayî Îranê de nîşan bidin.

Nasan Sîlz dibêje: “Hizbullah madeyên teqemeniyê mîna Emonium nîtrat li Eropayê kom dike û li tevahî dewletan belav dike.”

Sîlz di vîdyoyekî li hember komîteya Amerîkî ya Cihuyan ku li Amerîkayê ye got:

“Ez dikarim deverên ku ev teqemenî lê veşartî ne eşkere bikim ku di Belcîkayê re desbasî Fransa, Yûnanistan, Îtalya, Ispanya û Swîsreyê kirine. Her wiha deverên ên li Fransa û Yûnanistan û Italya jî dikarim destnîşan bikim.”

Back to top button