Li Kerkûkê û Dihokê Meclisa Yesna ya Zerdeştî hat vekirin

Zerdeştiyên li Başûrê Kurdistanê rêxistinbûna xwe roj bi roj xurtir dikin.
Ji bo parastina ol û çanda zerdeştî, li Kerkûkê û Dihokê Meclîsa Yesna ya Zerdeştî hat vekirin.

Doh êvarê li bajarê Kerkûkê li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê, Meclîsa Yesna bi merasîmeke olî hate vekirin.

Di merasîmê de hate destnîşankirin ku Meclîsa Yesna wê ji bo jiyana bi hev re kar bike.

Her wiha bi heman armancê ev meclisa li Dihokê jî hat vekirin.

Ji bo pêşvebirina felsefeya Zerdeştî, beriya 5 salan li Başûrê Kurdistanê saziya bi navê Rêkxirawa Yesna hate damezrandin.

Back to top button