Rêveberiya Xweser: Divê Dadgeha Nevnetewî Tirkiyê û çeteyên wê darizîn in

Rêveberiya Xweser rapora NY ya derbarê sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrîn û Serê Kaniyê, erênî û dît.
Rêveberiyê destnîşan kir ku cudahiya sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmê ji yên DAIŞ’ê nîne û destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji ber sûcên şer bê darizandin.

Bi belgekirina NY beşek ji sûcên Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Serê Kaniyê, Rêveberiya Xweser ew gaveke erênî û destpêka eşkerkirina rastiyê bi nav kir.

Rêveberiyê bi daxuyaniyeke nivisîkî rapora Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe a NY erênî nirxand û xwest li hemberî wan sûcan gavên piratîkî werin avêtin.

Lê belê di daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku, gelek sûcên din li kêleka yên NY belge kirine pêk tên.

Rêveberiyê da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk ên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” bi ferman dewleta Tirk qirkirina etnîkî û çandî, revandin, kuştina zarok û jinan, destdirêjî, xwestin fîdyeyê û guhertina demografîk pêk tînin.

Her wiha destnîşan kir ku, Sûcên li Efrîn, Serê Kaniyê û tevahiya herêmên dagirkirî, mîna sûcên DAIŞ’ê ne, lê hema nav hatiye guhertin.

Helbet piştî gelek gavên belgekirinê û weşandina dîmen û wêneyan ji aliyê rêxistinên herêmê û navnetewî ve, Rêveberiya Xweser daxwaz dike ku, Komîteyeke çavdêrî û belegkirina sûcan ji aliyê NY ve ava bibe û zextê li Tirkiyê bike.

Her wekî Rêveberiyê bi awayekî fermî ji Daddgeha Navnetewî xwest ku, bi belgekirina van sûcan, sûcdarên ji Tirkiyê û çeteyên wê darizîne û ew ê jî piştgiriya hemû gavên belgekirinê bike.

Back to top button