Balafirên şer ên Tirkiyê herêma Bêgova ya Zaxo bombe kir

Dewleta Tirk a dagirker êrîş û bombebarana xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê didomîne.
Balafirên şer ên artêşa dagirker gundê Kêste ya herêma Bêgova ya Zaxo bombe kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Kêste ya herêma Bêgova ya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê bombe kir.

Çavkaniyên xwecihî ragihand ku di encama bomberdûmanê de şewat li herêmê derket.

Back to top button