Omer Ocalan: Qedexeya telefonê derqanûnî û bêexlaqî ye

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, bertek nîşanî qedexekirina hevdîtina parêzeran û axaftina bi telefonê ya bi Rêber Ocalan re da û got:

Qedexe, nîşaneya bêexlaqî, bêcidiyetî û bêqanûnî ye.

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Hewagê ya Rihayê, li avahiya rêxistina xwe 2’emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist.

Parlamenterê HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Nûsredîn Maçîn tevlî kongreyê bûn.

Parlamenter Omer Ocalan, di kongreyê de axaftinek kir.

Ocalan, bertek nîşanî operasyonên ku bi hinceta “Serhildanên Kobanê” li hemberî partiya wan pêk hatin, da û diyar ku serkeftina li Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê desthilatê aciz kiriye.

Ocalan got,

“Ji ber vê yekê her roj gefê li kurdan dixwin.

Kurdên bêvîn dixwazin.

Lê li gel vê polîtîkaya kirêt jî kurd berxwedaneke mezin derdixin holê.

Wê kesên li dijî vê berxwedanê têk biçin.”

Ocalan bertek nîşanî qedexekirina hevdîtina parêzeran û axaftina bi telefonê ya bi Rêber Ocalan re da û ev nirxandin kirin:

Parlamenter Nûredîn Maçîn jî di kongreyê de axaftinek kir û bal kişand ser zextên li ser beşên civakê yên çepgir, sosyalîst û demokratîk û banga têkoşîna hevpar kir.

Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin.

Piştî re hilbijartin pêk hat û Rabîa Aslan û Mehmet Satici, weke hevserokên nû hatin hilbijartin.

Back to top button