Dewleta Tirk erebeyeke welatiyan li başûrê Kobanê topbaran kir

Balefirek bê mirov a dewleta tirk a dagirker li ser riya M4 li gundê Hemdûn yê girêdayî navçeya çelebî erebeyeke welatiyan topbaran kir. Vê sibehê jî berê topên xwe da Til Temirê.

Li gundê Hemdûn ê li ser rêya M4 ya li başûrê bajarê Kobanê erebeyek hat hedefgirtin.

Derbarê êrişê agahî nehatin bidestxistin.

Heta niha tu aliyên fermî derbarê êrişê de daxuyanî nedane.

Dagirkeran gundê Til Temirê topbaran kir-welatiyek şehîd bû

Vê sibehê jî artêşa Tirk a dagirker careke din navçeya Til Temirê topbaran kir.

Topbaran li gundê Til El Leben ê bakurê rojavayê navçeyê pêk hat..

Di topbaranê de, welatiyê bi navê Mihemed Hisên 38 ku li erdê xwe kar dikir, şehîd bû û 4 kes jî birîndar bûn.

Her weha ziyanên madî li erd û zeviyên gund bû.

Back to top button